Dihate çaverêkirin ku serok Nêçîrvan Barzanî ligel serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî biçe Amerîka û ligel serok Joe Biden bicivin.
Kazimî çû, lê Nêçîrvan Barzanî neçû, ji ber ku wê dawetnameyeke taybet ji bo Nêçîrvan Barzanî were, ji bo ku biçe Washington û ligel Biden û berpirsên din yên Amerîka bicive.
Hinek çavdêrên siyasî dibêjin, ihtîmaleke mezin heye ku N. Barzanî nexwestiye serdana wî û Kazimî bi hev re be û hevbeş be, xwestiye vexwendina û hevdîtina wî taybet be.