Rojek ji rojên sala 1997ê, li quncikek kafeteryaya MED TV, Şêrko Bêkes û Sîrwan Rehîm rûniştine, bi soranîyeke melodîk gazindan ji kurdên bakûr dikin. Di vê navberê de Beser Şahîn dikeve hundir û qesta wan dike. Diçe, ji bo ku bi wan re rûne destûrê dixwaze. Şêrko Bêkes dibêje; ”Kerem bike, rûne!” û danûstandin destpêdike:
Beser Şahîn: Mamoste em hinek li ser sîyaseta rojevê biaxivin?
Şêrko Bêkes: Na, em li ser eşq û şiîr biaxivin.
Beser Şahîn: Ê baş e, ez pirs bikim wê demê.
Şêrko Bêkes: Na, çima tu ji min dipirsî, ez bipirsim.
Beser Şahîn: Kerem bike!
Şêrko Bêkes: Li gor nêrîna te eşq çi ye?
Beser Şahîn: Ez evîndar im, evîndarê Kurdistanê me.
Şêrko Bêkes: Em tev wisa ne. Na, qala evîna xwe bike. (Di vê navberê de karê montajê yê Sîrwan Rehîm heye û divê rabe. Piştî çend saetan, di xwarinê de Sîrwan Rehîm û Beser Şahîn tên cem hev.)
Sîrwan Rehîm: Hevala Beser sohbeta we çawa derbas bû?
Beser Şahîn: Mamoste, şaîrek pir mezin e, lê nêrîna wî ya jîyanê şaş e.
Sîrwan Rehîm, piştî xwarinê diçe kafeteryayê cem mêvanê xwe Şêrko Bêkes, heman pirsê ji wî jî dike û dixwaze bizanibe ka ji sohbeta hev memnûn mane an na.
Şerko Bêkes jî wiha bersiv dide: ”Keko evana derwêş in.”
Ji Facebooka Yado Ciwan