Serokê Îraqê di hevpeyvîneke xwe de ligel televîzyona Rûdaw Abduletîf Reşîd got, hebûna hêzên Tirkiyê di nava axa Îraqê de tu caran nayê qebûlkirin û heta ku ew hêzê sînor binpê dikin wê pêweneiyên wan baş nebin.
Reşîd got, wan gelek caran ji Tirkan re gotine sînor derbas nekin.
Her wiha got, binpêkirina sînor ji aliyê Tirkiyê ve ne Îraq qebûl dike ne jî herêma Kurdistanê.
Her wiha eşkere kir ku Tirkiyê ava Dicle jî kêm berdide.