Serrûpel Hevpeyvîn Navbênkarê PYD û Tirkiyê behsa hinek nehêniyan dike – Vîdyo

Navbênkarê PYD û Tirkiyê behsa hinek nehêniyan dike – Vîdyo

Belav bike

Şîrovekarê siyasî Ebdulrehîm Semavî li ser qutbûna danûstandinên di navbera PYD û Tirkiyê de got, Ahmet Davutoglu bû sedem ku danûstandin qut bûn.”

Piştî ku Rêveberiya Xweser biryar da ku li Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan bike gef û êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê zêde dibin.

Şîrovekarê siyasî û navbeynkarê berê yê PYD û Tirkiyê Ebdulrehîm Semavî beşdarî bultena Rûdawê bû li ser pêwendiyên Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

“Tirkiye dixwaze Rojava danûstandina xwe raste rast bi Hikûmeta Tirkiyê re bike”

Li ser başkirina pêwendiyên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Tirkiyê Ebdulrehîm Semavî diyar kir ku ji bo başkirina pêwendiyan rê hene û wiha got:

“Rêya danûstandina dewletan li ser menfaetê ye. Eger li ser menfaetan de yekîtî çêbibe wê çaxê ji bo çareseriyê rê jî jê re vedibe.

Lê îro Hikûmeta Tirkiyê li ser menfaeta xwe piçekî pirsgirêkên wê hene.

Dibêjin menfaeta Tirkiyê, danûstandina civaka Rojava ya ku bi Amerîka û Îsraîlê re dike berevajiyê menfaeta Tirkiyê ye.

Li ser vê yekê dixwaze gelê Rojava danûstandina xwe raste rast bi Hikûmeta Tirkiyê re bike û tifaqî di navbera her du aliyan de çêbibe. Ew vê yekê dixwazin.”

“Sînorê Rojava deriyê Rojhilata Navîn e.”

Li ser pirsa “Tirkiye ber bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê ve çi gavê davêje ji bo ku Kurd jî nêzikî Tirkiyê bibin?” Semavî wiha bersivand:

“Nêrîna dewleta Tirkan û nêrîna Kurdên Rojava û Kurdên nav Tirkiyê tifaqa wan ne yek e.

Hinek bi Îranê ve girêdayî ne, hinek bi Hikûmeta Sûriyê ve girêdayî ne, hinek bi Îsraîlê ve girêdayî ne, hinek bi Amerîkayê ve girêdayî ne.

Hikûmeta Tirk dixwaze tifaqa wan yek be û danûstandinên wan tenê bi Tirkiyê re hebin.

Ew dibêje miletê Kurd ê Rojhilata Navîn nikare bêyî Tirkan qedereke nû ava bike.

Eger mirov bi nêrîneke din lê binêre qedera miletê Tirk jî di destê Kurdan de ye û ya Kurdan jî di destê Tirkan de ye.

Hikûmeta Tirkiyê vê nêrînê tîne ziman û dibêje neyên lîstika Amerîka û Îsraîlê.

Ji ber ku îro sînorê Rojava û dewleta Tirkiyê deriyê Rojhilata Navîn e.

Dewleta Tirkan naxwaze ev derî bi destê Amerîka û Îsraîlê bê girtin. Dixwaze di bin kontrola wê de be.

“Ahmet Davutoglu bi dilxweşî gav neavêt”

Sala 2014an serokê wê demê yê PYDyê Salih Mislim hate Tirkiyê û xwestin danûstandin bi hev re çêbikin.

Lê wê serdemê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bi dilxweşî gav neavêt ji be vê yekê ew jî bêtir dûr ketin û danûstandinên xwe bi Amerîkayê ve girê dan.”

Semavî amaje bi wê yekê kir ku 2014an Salih Mislim li Enqereyê bi rayedarên Tirkiyê re danûstandin pêk anîn.

“Eger gavên PYDyê erênî bin şansê danûstandinan heye”

Ebdulrehîm Semavî li ser pirsa “Şansekî wekî 2014an heye?”

“Eger gavên PYDyê erênî bin şans heye lê eger gav avêtin li gel Amerîka û Îsraîlê bimeşe ew şansên xwe bi destên xwe winda dikin.”

“Pêwendiyên PYD û Îsraîlê hene”

Herwiha Semavî diyar kir ku “Li gorî îstixbarata Tirkiyê îspat heye pêwendiyên PYD û Îsraîlê hene.”

Tirkiye her tim îdia dike ku “Rojavayê Kurdistanê li ser ewlehiya Tirkiyê metirsî ye.”

Li ser vê îdiayê Semavî wiha anî ziman, “Belê heye. Gelek danûstandinên îstixbaratê derdikevin holê ku vê tirsê ji dewleta Tirkiyê re çêdike.

Danûstandinên PYD û MOSSADê û danûstandinên PYD û CIAyê tînên holê û dibêjin ev ji me re tirseke mezin e û divê em vê berteref bikin.”

Semavî diyar kir ku Tirkiye ne li dijî miletê Kurd e û got, “Tirkiye dibêje 4 – 4 milyon û nîv Kurdên Sûriyeyê hene û ji 2 milyonan zêdetir ji derve ne, ev ne îradeya Kurdên Rojava ye. PYD ne îradeya Kurdên Rojava ye.”

“Hilbijartin ne ji bo menfaeta Kurdên Rojava ye”

Tê plankirin ku 11ê Hezîranê li Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên Şaredayina bên lidarxistin û Tirkiye jî gef dixwe û dibêje ew dê rê nedin ku hilbijartin bên lidarxistin.

Li ser vê yekê Ebdulrehîm Semavî wiha anî ziman, “Tirkiye dibêje ew lîstika Amerîkayê ye û ew dixwaze dewleta Sûriyeyê bike du bendî sê bendî, ji ber menfaeta Îsraîlê vê yekê dike.

Ti niyetên wan ji bo gelê Kurd û silameta gelê Kurd nînin. Ev hilbijartin ne ji bo menfaeta Kurdên Rojava ye.”

Ebdulrehîm Semavî da zanîn ku ew berê di navbera PYD û Hikûmeta Tirkiyê de navbeykar bûye lê niha ew derî ji aliyê PYDyê ve hatiye girtin û wiha pê de çû:

“PYDyê ji danûstandinên xwe yên bi Amerîkayê re dûr nakeve û naxwaze ji van menfaetên wekî çek, teknolojî û aboriyê dûr bikeve. Hikûmeta Tirkiyê yî vê yekê naxwaze.”

“Ahmet Davutoglu bû sedema qutbûna danûstandinan”

Li ser pirs “Kî bû sedem ku ew hevdîtinên PYD û Tirkiyê bi ser nekevin?” Semavî got, “Ahmet Davutoglu. Wî pirsgirêk derxist. Piştî ku pirsgirêk derket danûstandin qut bûn.” (Jêder: Rûdaw)