Serrûpel Nûçe Fermandarê giştî yê HSD Mezlûm Ebdî û serokê Sûriyê Ehmed Şerii protokol...

Fermandarê giştî yê HSD Mezlûm Ebdî û serokê Sûriyê Ehmed Şerii protokol îmze kirin – Vîdyo / Foto

Belav bike

VÎDYO

Xalên rêkeftina Ehmed Şerii û Mezlûm Ebdî:

1- Garantîkirina mafên hemû xelkê Sûriyê ji bo nûnertî û beşdarbûna wan di proseya siyasî de, di hemû dezgehên dewletê de.

2- Civaka Kurdî, civakeke resene di dewleta Sûriyê de û dewleta Sûriyê mafê wê yê welatîbûnê û hemû mafên wê yên destûrî garantî dike.

3- Agirbest li seranserî herêmên Sûriye.

4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurê rojhilatê Sûriyê tevlî rêveberiya dewleta Sûriyê dibin, weke deriyên sînorî, balafirxane û cihên petrol û gazê.

5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûrî û misogerkirina parastina wan ji aliyê dewleta Sûriyê ve.

6- Piştgiriya dewleta Sûriyê di şerê paşmahiyên Esed de û hemû metirsiyên li ser ewlehî û yekîtiya dewletê.

7- Redkirina bangên parçebûnê, axaftinên nefretê û hewldanên belavkirina fitneyê di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyê de.

8- Komîteyên cîbicîkar kar dikin û hewl didin ji bo ku rêkeftinê cibicî bikin, di nava vê salê de.