Wezareta derve ya Amerîka xelkê Sûriyê hişyar kir û got, ew hatine agahdarkirin ku wê li Sûriyê êrîş çêbibin, ji xelkê xwest hişyar bin û li cihên turîstîk kom nebin.
Wezaretê her wiha ji xelê Amerîka xwest neçin Sûriyê.
Wezareta derve ya Amerîka got, wê terorîst li Sûriyê dest bi êrîşan bikin, wê xwaringeh, otêl, cihê kombûna xelkê, cihên îbadetê, dibistan, bazar û gelek cihên din ku xelk lê kom dibin, ihtîmaleke mezin heye rastî êrîşan werin.