Serrûpel Nûçe Esed dest bi bikaranîna çekên qedexe kiriye

Esed dest bi bikaranîna çekên qedexe kiriye

Belav bike
 Seyda li Antakiya di civîneke çapemeniyê de ji raya giştî re ragihand ku “Hin agahî gihane berdestê me ku rejîma Esed li hin cihan dest bi kar anîna çekên kîmyayî kiriye.” Seyda got ku “Em difikrin Konseya Ewlekerî ya Neteweyên Yekbûyî bi vî awayî dê bersiva pêdiviyên gel nede.” Her weha Seyda got “Ji ber vê çendê divê dostên Sûriyê çareyekî derveyî Neteweyên Yekbûyî bibînin.” Seyda di axivitina xwe de bal kişand ser çekên qedexe û got “Me tesbît kiriye ku nîşanbazên di artêşa rejîmê de gule û bombeyên qedexe bi kar tînin.” Di berdewamiya axivitina xwe de Seyda got ku “Rejîma Sûriyê bi helîkopteran xelkê bombebaran dike, bi fûzeyan li wan dixe û heta rejîm bê dudilî dikare çekê kîmyayî jî li dijî gel bi kar bîbine. Lewma divê Civaka Navneteweyî bilez mudaxele bike.”

 

Avestakurd