Serrûpel Nûçe Hola “SERKEFTINÊ“ li Kobanî hate ragihandin

Hola “SERKEFTINÊ“ li Kobanî hate ragihandin

Belav bike

Encûmana Şoreşgerî ya Ciwanên Kobanî nav li Hola Belediyê kirin “HOLA SERKEFTINÊ” û şûna wêneya Beşar Elesed bi ala Kurdistanê rengîn kirin.

Hêjayî gotinê ye, ku di dîroka bajarê Kobanî de û ji destpêka şoreşa Sûriyê de, ev yekemîn care xwepêşdana ciwanên şoreşê li şûna xwepêşdanên Beisiyan li pêş Belediya Kobanî û avahiya partiya Beis ya berê çê dibe û ciwanên şoreşê ala şoreşa Sûriyê û ala Kurdistanê li hola Serkeftinê bilind dikin.    

I.K