Serrûpel Nûçe Kuştin û tundiya li dijî jinê nayê qebûlkirin

Kuştin û tundiya li dijî jinê nayê qebûlkirin

Belav bike

 Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li 8/8/2012’an di civîneke çapemeniyê de li ser rewşa jina Kurd ya li Herêma Kurdistanê sekinî. Nêçîrvan Barzanî bitund li dijî tundiya li ser jinê tê meşandin û kuştina wê sekinî û got “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî hemû rengên tundiya li dijî jinê û kuştina wê ye û em qebûl nakin tundî û kuştin li dijî jinê bê kirin.” Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axivitina xwe de got “Lewma em îro ligel hemû wezaretên Hikûmeta Herêmê û meclîsên bilind der barê karê li dijî tundiya  jinê de civiyan û biryar hat wergirtin her meh ev civîn li dar bikeve.” Her weha Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir ku “Çi kes dibe bila bibe, cihê wî çi dibe bila bibe ger li dijî jinê tundî meşand, yan bi kuştina wê rabû divê bo dadgehê bê radestkirin.” Nêçîrvan Barzanî got jî ku “Min di civînê de ji Wezîrê Dadê re got ku ligel hemû dadgehan bicive û qanûna tundiya malbatê bikar bîne û qanûnek taybet bo meclîsa jinê ya bilind derbixe.”

 

Avestakurd