Serrûpel Nûçe Min ji ber wijdanê xwe Esed berda

Min ji ber wijdanê xwe Esed berda

Belav bike

 bo cara yekê piştî veqetînê derkete pêşberî çapemeniyê. Hîcab di civîna çapemeniyê de got ku ew bi vîna xwe, ji ber wijdanê xwe ji rêveberiya Esed veqetiyaye.
Hîcab li paytexta Urdunê Amman di civîna çapemeniyê de behsa sedemên veqetîna xwe ya rêveberiya Esed kir û got “Di erkê min de tu çewsandin li ser min nebû, min bi daxwaza xwe, ji bo başiya welat û wijdanê xwe rejîm hêla. Me dît li hemû bajarên welat mirin digeriya, Heleb, Himûs û Hema dihate bombebarankirin. Yê ku ev dikir rejîm bû, min zêde ranekir.” Her weha Hîcab got ku ew ê ne niha û ne li dema pêş dê ti erkan di dewletê de negire û naxwaze bigire.  Hîcab sipasiyên xwe pêşkêşî Artêşa Azad ya Sûriyê kir û got “Weke we soz dayî, hûn ji bo gelê Sûriyê têkoşînê dikin. Hûn zarokên vê xaka welat, çeka we ya herî rast bawerî ye. Hûn ji bo gel biparêzin, ji bo aramî û azadiya welat şer dikin. Refên xwe bigihînin hev, li hemberî dijmin bibin yek.” Hîcab di axivitina xwe de bang li leşkeran kir ku ji rejîmê veqetin û weha got “Ez bang li hemû kesên bi şeref yên di nava artêş û dewletê de ji rejîmê veqetin, dikim.” Her weha got “Rejîma Sûriyê di warê madî û manewî de têk çûye. 30 ji sedî ji welat di destê rejîmê de ye.”

 

Avestakurd