Serrûpel Nûçe Navê vî camêrî Hemê Hemaçê ye!

Navê vî camêrî Hemê Hemaçê ye!

Belav bike

Vî wêneyî ez vegerandim berî 25-30 salan.

Wê demê ev camêr, ne ew camêra bû.

Weke niha ne şikestî bû. Ne melûl bû, ne xemgîn bû.

Wê demê camêrekî geş, zindî û li ser xwe bû.

Ev Hemê Hemaçê ye. Yek ji kedkar, xizmetkar, heval, dost û dilsozê PKK bû.

Ew ji bajarê Kobanî ye. Hîn ji salên 80’an de, dev ji mal, zarok û karê xwe berda bû û bi her awahî ketibû xizmeta tevgera Kurd û bi taybetî PKK.

Nan ji devê zarokên xwe derxistibû û dabû kadro û hevalên PKK.

Mala wî, di wan salan de, ku kesekî newêribû silavekê li endamekî PKK bide, mala wî bûbû bargeha rêber, kadir û berpirsiyarên PKK. Di mala wî de civîn dihatin çêkirin. Belavok dihatin belavkirin.

Ew Hemê Hemaçê bû. Ne pir xwenda bû. Lê belê her kesî ew bi mirûdê PKK nas dikir. Her tiştê xwe teslîmî Partiyê kiribû. Dikaribû xwe ji bo  PKK di rojekê de sed carî bike feda.

Serokê KCK Murat Karayilan baş wî nas dike. Ne bi rojan, bi mehan ew li wê derê mabû, li wir civîn çêkiribûn, li wê derê heval, dost û hevalbend dîtibûn. Ji wê derê gerîla ber bi bakurê Kurdistanê ve bi rêkiribû.

Karayilan ku wan deman her kesî ew bi navê Cemal nas dikir, weke çiyayekî baweriya xwe bi Hemê Hemaçê dihanî.

Kî li wî bigeriya digotin ji “Hemê Hemaçê bipirsin ew dizane heval Cemal li kuderê ye…”

Hemê Hemaçê, li dawiyê her tişt wenda kir, top avêt.

Tiştek di dest de name.

Neçar bû berê xwe bide Heleb.

Li Helebê sibê heta êvarê weke karker kar dikir –eger kar bidîtiba-, ji bo ku nanekî ji zarokên xwe re peyda bike.

Berê xwe dida kuderê tunebûn didît.

Berdêla keda ku dabû wê dozê nedît.

Kesek lê xwedî derneket. Kesekî negot, nanek heye tu bidî zarokên xwe.

Hemê Hemaçê, ku dikaribû bi hemaltiya xwe, bi dilsozî û camêriya xwe, her tiştê xwe bike feda, vaye pişt lê şikestiye.

Piştî ku şer li Sûriyê derbasî Helebê bû, neçar ma tevî zarokên xwe li Kobanî vegere.

Lê ka ew kesê ku lê xwedî  derkeve.

Ka ew mala ku Murat Karayilan têde civîn çêdikirin û cejnên Newrozê têde pîroz dikirin?!

Vaye Hemê Hemaçê, li Kobaniya ku ew mezin kir, bêmal e.

Çar dîwaran nabîne ku, ew û zarokên xwe têde bisitirin û xwe ji sermaya vê zivistana li ber derî, zivistana har biparêzin.

Vaye Hemê Hemaçê, ku bi dehan, bi sedan keç û xortên Kurd li ber destê wî fêrî hezkirina welat û welatparêziyê bûn, bi hezaran bi deh hezaran, bi salan belavok bi destê wî hatin belavkirin… bêxwedî maye.

Yek ji wan kesan bêguman, Şîlan Kobanî bû, ku wêneyên wê weke sembolekê li her derê tên bilindkirin, xwariziya Hemê Hemaçê ye.

Vaye Hemê Hemaçê, cil, cilik, lihêf, doşeg, firax û hemû hebûna xwe avêtiye kolanan, weke ku ji her kesî re bêje: Fedî bikin!

Êdî jê zêdetir tiştek nayê gotin.

Dilbixwîn Dara


 

Foto: malpera Kobanî