Li gor MSHK’ê, di hevdîtinê de Balyoz Denys Gauer behsa serdana xwe ya li kampa penaberên Kurdên Rojava li devera Domîz kir. Balyoz ji bo alîkariya ji bo penaberan hatiye pêşkêş kirin sipasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir û diyarkir ku welatên wan bi çavekî rêz li van alîkariyan mêze dike û got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser asteke bilind alîkarî kiriye û dike û ev rûmetek mezine ji bo Herêma Kurdistanê weke erkekî mirovî ku girîngiyê dide rewşa penaberan. Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got “Ev e erkekî mirovî û neteweyî ye û li vî warî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê tu kêmasiyek nake û bi hemû şiyana xwe ve alîkariya penaberan dike.”
Avestakurd












































