Amerîkayê şevê din 112 kamyon çekên giran bi rêya Deriyê Sêmêlka û Hesekê ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re şandin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, şeva din, 112 kamyonên çekên giran barkirî bûn bi rêya Deriyê Sêmêlka derbasî nava bajarê Hesekê bûn. Di nava çekan de wesayîtên bi zirx ku artêşa Amerîka jî bi kar tîne Hummer, tankerên sotemenî û cureyên wesayîtên leşkerî hebûn.
Amerîka berî niha jî bi tevahî nêzîkî 909 kamyon çekên giran ji YPGê re şandi bû.

















































