Serrûpel Nûçe “Hêza me heye em sînorên xwe biparêzin”

“Hêza me heye em sînorên xwe biparêzin”

Belav bike

Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî, di hevpeyvîneke xwe de ligel BBC, di derbarê tehdîdên Tirkiyê û Îranê de got, pêşmerge dikarin sînorê xwe biparêzin, lê ew istîqrarê dixwazin û naxwazin bi tu aliyan re bikevin şer.

Dizeyî got, 350 km. sînorê başûrê Kurdistanê bi Tirkiyê re heye, û ew ne li benda wê yekê ne ku Tirkiyê fikra êrîşeke eskerî bike.