Serrûpel Nûçe Hesip Kaplan daleqandî ma (Vîdyo)

Hesip Kaplan daleqandî ma (Vîdyo)

Belav bike

Li navçeya Şirnexê li Cizîrê, di mijara grevên birçîbûnê de, parlementerên BDPê Îdrîs Baluken û Hasip Kaplan, xwestin ku daxuyaniya çapemeniyê pêk bînin lê polîs, bi panzer, gaza bombeyî û ava bi tazyîk midaxeleya gel kir. Di nav gel û polîsan de hema hema li her kolanê pevçûn derketin. Polîsan gaz avête ser parlementeran û di wê navberê de parlementer Hasip Kaplan li ser baniyekî asê ma û bi zehmet xwe ji wira filitand. Xortên Cizîrê demeke drêj panzerên polîsan dane ber keviran.