Serrûpel Nûçe “Eleqeya her du suîkastan bi hev re heye“

“Eleqeya her du suîkastan bi hev re heye“

Belav bike
Hate îdiakirin, her du suîkastên ku li dijî Kurdan pêk hatine, bi hev re eleqedar in. Rojnameya Îtalyayê Corriere dela Sera, di vê mijarê de nûçeyek weşand û diyar kir ku, eleqeya suîkasta kesayetê Kurd yê nasnav Ded Hesan (Aslan Usoyan), ku çend rojan berê, li paytexta Rusya li Moskowayê hate kuştin, û suîkasta li dijî sê jinên Kurd a li Parîsê bi hev re eleqedar in û ji aliyê heman hêzên tarî yên ku dixwazên pêvajoya nû sabote bikin ve hatiye kirin.
Li gorî îdiaya Corriere dela Sera, têkiliya Ded Hesan bi PKKê re hebû û wî ji bo PKKê çek temîn dikirin. Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku, ger ev îdiaya rast be, rasterast eleqeya her du suîkastan bi hev re heye. Çimkî, dema ku pêdiviya PKK bi kalaşnîkov û roketan dibû, ev ji Ded Hesan re radigîhand û wî jî an bi pereyên pêşin an jî bi narkotîkê ev çekana temîn dikirin.
Di heman mijarê de rojnamevan Hakan Aksay, ku bi salan li Rusya maye û Rusyayê baş dizane, jî gotarek nivîsiye û li ser têkiliyên Ded Hesan sekiniye.