Hêzên ewlehiyê yên Desteya Bilind a Kurdî (DBK), çend rojan berê li bajarê Kobanî endamê Partiya Azadî Mehmud Kerho girtine. Di mal û kargeha Kerho de belgeyek hatiye bidestxistin. Belge aîda civîneke ku di sala 2012 an, meha Berfenbarê de li Rihayê hatiye kirin e. Di belgeyê de şoreşa Kurdistana Rojava tê hedef girtin. Ji bo Rojava gellek plan di belgeya civîna Rihayê de cih digrin.
Li gorî nûçeya ANF (Ajansa Nûçeyan a Firat), di civîna Rihayê de li ser ev planana sekinîne:
– Deriyên sînor ji bo çek derbaskirinê û çûyîn û hatina komên çete wê vekirî bêne hîştin. Li Tilabyad, Cerablus û Kobanî deriyên sînor, ji bo ku çekan bigihînine tugay û tabûran wê vekirî bin. Dîsa cenaze û brîndarên komên çete jî, ji van deriyên sînor wê derbasa aliyê Tirkiyê bikin.
– Li Kurdistana Rojava tugay û tabûr wê bêne avakirin. Li gorî vê planê, li herêma Cezîre, Efrîn û Kobanîyê 18 tugay û tabûr wê bêne avakirin û wê hewl bidin ku bandora van tugay û tabûran zêde bikin. Ji bo vê jî li gellek deveran fermandarî wê werine avakirin. Ev fermandariyana, ji bo komên çekdar wê peywira çek temîn kirinê jî bigrine ser milên xwe.
– Mirovên olî wê têkevine dewrê. Di civînê de biryar hatiye girtin ku, hin mirovên olî yên Erebistana Siudî li herêmê peywiran bigrin. Ji mirovên olî tê xwestin ku li herêmê ji jinên bî, zarokên sêwî û kesên astengdar xwedî derkevin. Li gorî vê, mirovên olî yên Erebistana Siudî, li herêmê wê komîteyan ava bikin û bi vê rêyê peywira ku di civînê de xistine milê wan bicih bînin.
Di belgeya ku di mala Mehmud Kerho de hatiye girtin de, axaftina rêberê hin komên çete Navaf El Beşîr a ku di civînê de kiriye jî heye.