Sekreterê PDK-S Siûd Mele, di hevpeyvîneke xwe ya berê de ligel rojnameya Bûyer dibêje, Hekîm Beşar xwest bibe sekreterê Partî û ew jî bibe berpirsê îdarî di polîtbîro de lê wî qebûl nekir.
Mele her wiha got, ew li rojavayê Kurdistanê dijî û bê pasewan digere û dibe ku xeter li ser jiyana wî jî hebe.
Her wiha eşkere kir ku ev 50 salin ew endamê Partî ye, tevî gelek perçebûnan jî ew ji Partî bi dûrneket û jî cuda nebû.
Siûd Mele got, kê ji bo parastina Rojava jiyana xwe ji dest dabe ew şehîd e.











































