Li Bismila Amedê êşkenceya polîsên dewletê sînor nasnekir û li ber çavan li baxçeyê dibistanê, xwendekar, mamoste û welî êşkence kirin.
Doh (03.04.2013) danê êvarê li baxçeyê Lîseya Pişe û Teknîkî a Anatolyayê welî ji bo civîna weliyan kom bûn. Di demeke ku welî benda seeta civînê bûn, di navbera 2 xendekaran de lec derket. Polîsên ku li wira hazir bûn, midaxeleya xwendekaran kirin, destê wan xistine kelemçeyê û wana derp kirin.
Weliyê xwendekarekî Mesut Eşen, êşkenceya polîsan xwestiye ku bi têlefona desta bikişîne. Li ser vê polîsan midaxeleya Mesut Eşen kirine û li wî xistine. Loma jî li baxçeyê dibistanê gengeşî dijwartir bûye.
Piştî bûyerê hêzên taybet yên polîsan (çevîk quwet) hatine baxçeyê dibistanê û êrîş birine ser welî, xwendekar û mamosteyan. Ji ber êrîşa polîsan 2 kes gran brîndar bûne û wana rakirine nexweşxanê.
Bilî wan, gellek mamoste û xwendekar jî ji aliyê polîsan ve hatine derp kirin.
Brayê Mesut Eşen diyar dike ku, polîsan brayê wî li ser rêya qereqolê di wesaîta polîsan de jî êşkence kirine.
Li qereqolê polîs bi pêlava xwe li eniya Mesut Eşen xistiye û li wî pirsiye, “hele binêre nimara pêlava min li ser eniya te derket?”
Polîsan 4 kes jî girtine binçavan.
AVESTA KURD












































