Serrûpel Nûçe Di mala nû ya Ocalan de çi heye?

Di mala nû ya Ocalan de çi heye?

Belav bike

Li Îmralê ji bo Ocalan, rêberê PKK maleke mezin û baş hatiye avakirin, lê heta niha kes neçûye wê malê.

Avakirina vê mala nû ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ve hat piştrastkirin.

Endamekî şanda partiya DEM a Îmralê jî dibêje ku ewê di rojên pêş de li ser dawî hevdîtina bi Ocalan re daxuyaniyekê bidin.

Jêdereke ji nav DEM Partiyê ji Rûdawê re got: Heta ku statuya Ocalan neyê diyarkirin, ewê li cihê xwe yê berê bimîne.

Di avahiya nû ya Ocalan de çi heye?

Li gorî agahiyên Rûdawê, ji nav girava Îmralê ji bo Ocalan komplekseke mezin hatiye avakirin ku tê de cihê hevdîtinan, cihê civînan, ofîseke xebatê, saloneke sporê û pirtûkxaneyeke nû heye.