Fermandarê gerîlayên PKK Murad Karayilanê, diyar kir ku, ji sala 1976 heta 2026, 25 hezar û 922 gerîlayên PKK şehîd bûne.
Dibêje tevî kesên ku navên wan nehatine tomarkirin, hejmara şehîdan nêzî 27 hezar e.
Karayilan got, di vê demê de emê hemû şehîdên xwe eşkere bikin. Yanî emê bi raya giştî û malbatên hêja re parve bikin. Ji Bakurê Kurdistanê 520 şehîdên me man. Ji parçeyên din ên Kurdistanê jî şehîdên me hene, lê niha hejmara wan kêmtir e. Di hefte û meha pêş de emê hewl bidin ku hemû şehîdan eşkere bikin. Di vê mijarê de xebatên me û saziyên têkildar berdewam dikin. Ji ber vê yekê di demeke nêzîk de emê şehîdên hemû şoreşê bi raya giştî û malbatên hêja re parve bikin.”
Karayilan wiha got:
– Şehîdên me yên yekem di sala 1976 de hatin dayîn. Ji sala 1976’an heta 1983’an 173 şehîdên me hene. Ji 1984’an heta sala 2000 13.778 şehîdên me hene.
Ji 2001 heta 2026 7.949 şehîdên me hene. Ji 2015’an heta 2026’an 760 şehîdên rêxistina YPŞ hene. Ev hemû şehîdên li Bakurê Kurdistanê ne. Dîsa wekî tê zanîn li dijî DAÎŞ mudaxeleya me çêbû. Bi taybetî li Şengal û Kobanî, yanî li Rojava. Wekî tê zanîn li Kerkûk û Mexmûrê jî mudaxeleya bi vî rengî çêbû. Lê me ev şehîd ji Bakur hesibandin. Lê di şerê li dijî DAÎŞ de, li Kobanî, Rojava û Şengalê 3.262 şehîdên me hene. Di 50 salî de, yanî ji 1976’an heta 2026’an bi giştî 25.922 şehîdên me hene.