Hewlêr (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê bi vîdeoyeke rastkirina agahiyan (fact- checking) a ku tê de naverokeke bi hişê çêkirî hatibû çêkirin eşkere kir, rekora cîhanê şikand.
Ev vîdeo di nav 24 saetan de li ser platforma Facebookê ji aliyê zêdetirî 284 milyon kesan ve hat temaşekirin.
Rûdaw bi giştî gihîşt 471 milyon car temaşekirinê û ket nav 5 vîdeoyên herî zêde yên dîroka Facebookê û bi vî rengî navê xwe bi awayê fermî li Pirtûka Rekorên Cîhanê ya Guinnessê tomar kir.
Medyaya Kurdî di asta cîhanê de bû xwediyê serkeftineke dîrokî. Tora Medyayî ya Rûdawê bi hejmara temaşekirinên di 24 saetan de rekora cîhanê şikand û bû xwediyê sernavê Rekorên Cîhanî yên Guinnessê (Guinness World Records).
Ev rekora ku ji aliyê Guinnessê ve fermî bû, di çarçoveya 24 saetan de bi 284 milyon û 7 hezar û 601 carên temaşekirina yekane hat tomarkirin.
Naveroka ku rekor anî: Qezaya barhilgiran a bi hişê çêkirî
Naveroka ku li seranserê cîhanê rekor şikand û dema wê xulekek û 8 çirke bû, bi xebateke kûr û hûr a Maseya Dîjîtal a Rûdawê ya ji bo piştrastkirina agahiyan (fact-checking) derket holê.
Li seranserê cîhanê li ser torên civakî vîdeoyek belav bûbû ku ji lehengtiya ajokarê barhilgirê Îmad Celal ê ji bajarê Dîmyatê yê Misirê hatibû îlhamgirtin.
Di dîmenan de dihat nîşandan ku wergerîna barhilgireke ku lastîka wê teqiyaye, bi mertalbûna barhilgireke din tê astengkirin û wesayît tê rizgarkirin.
Rûdawê ev dîmenên ku li ser gelek platforman wekî qezayeke rastî hatibûn parvekirin xistin bin çavdêriyê û piştrast kir ku ev vîdeo bi hişê çêkirî hatiye çêkirin û meha tîrmehê bi daxuyaniyeke berfireh ji bo şopînerên xwe belav kir.
Bi 471 milyon temaşekirinê di lûtkeya dîroka Facebookê de
Ev hişyariya Rûdawê û vîdeoya piştrastkirinê li seranserê cîhanê pêleke nedîtî ya karvedanan çêkir.
Vîdeo heta niha bi giştî gihîşt 471 milyon temaşekirinê û ket nav 5 vîdeoyên herî zêde yên dîroka Facebookê.
Vê parvekirinê zêdetirî 14,4 milyon caran ecibandin (like), 179 hezar şîrove û zêdetirî 311 hezar caran jî parvekirin bi dest xistin û ket dîroka medyaya civakî.
Rayedarên Guinnessê: Hûn bêhempa ne
Rayedarên Rekorên Cîhanî yên Guinnessê bi peyameke vîdeoyî Rûdaw bi fermî pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Li ser navê Rekorên Cîhanî yên Guinnessê, em bi serbilindiyeke mezin vî sernavî pêşkêşî we dikin. Hûn bi awayê fermî bûn bêhempa (Officially Amazing).”
Birwa Kiyanî: Rastî meseleyeke endazyariyê ye
Birêvebirê Medyaya Dîjîtal a Tora Medyayî ya Rûdawê Birwa Kiyanî felsefeya rojnamegeriyê ya li pişt vê rekorê bi van gotinan anî zimên:
“Rastî bi tesadufan bi dest nakeve, rastî meseleyeke endezyariyê ye. Divê hûn bi pey koka bûyerê bikevin, demê piştrast bikin, agahiyan ji hev derxin, dîmenên peykê bidin ber hev û heta ku rêjeya şaşiyan dakeve sifirê çavkaniyan vekolin.
Ev jî dîsîplîn, wêrekî û ji her tiştî zêdetir tîmekê dixwaze ku baweriya demdirêj deyne pêşiya klîk û dopamîna kêliyê.
Di serdemekê de ku manîpulasyonên hişê çêkirî herikîna nûçeyan tehdît dikin, Rûdaw careke din ji bo bi sed milyonan mirovên li çar aliyên cîhanê bû stargeha agahiyên pêbawer.”
“Ji bo medyaya Kurdî werçerxanek e”
Edîtorê Rûdawê Dîjîtalê Dilzar Zubêrê ku piştî pêvajoya teqezkirina rastiyê vîdeo li ser hesabê Facebookê yê Rûdawê parve kiribû, diyar kir ku ev serkeftin keda tevahiya tîmê ye û got:
“Ev rekor ne tenê hejmareke temaşekirinê ye, nîşana baweriya xurt a şopînerên çar aliyên cîhanê ya bi branda Rûdawê ye.”
Berpirsa Beşa Teknîkê ya Rûdawê Sahîre Sidiqê jî li ser serkeftinê got:
“Wekî yekem medyaya Kurdî ketina Pirtûka Guinnessê cihê serbilindiyeke mezin e. Ev serkeftin ji bo me ne xala dawî ye, destpêka serdemeke nû ye ku em dê tecrubeyên herî pêşketî pêşkêşî bikarhênerên xwe yên dîjîtal bikin.”










































