Serrûpel Nûçe Serok Barzanî sersaxî ji Brader Musikî re xwest

Serok Barzanî sersaxî ji Brader Musikî re xwest

Belav bike

Peyama hevxemiyê ya Serok Barzanî ji bo hunermend Birader Mûsikî

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi xemgîniyeke mezin, nûçeya koça dawî ya (Erdal)ê kurê hunermendê ezîzê Kurd (Birader Mûsikî) gihîşt min. Sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî hunermend Birader Mûsikî û malbat û kesûkarên wan dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê Mezin dixwazim ku giyanê Xwedê jêrazî Erdal bi behiştê şa bike û hedar û aramiyê bide bavê wî û malbata wan.

Îna Lîlah We Îna Îleyhî Racîon (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

8ê Mijdara 2026ê