Serrûpel Nûçe Kerry: Esed dikare xwe rizgar bike

Kerry: Esed dikare xwe rizgar bike

Belav bike

Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry îro (09.09.2013) li Lendana paytexta Brîtanya piştî hevdîtina digel wezîrê derve yê wî welatî Wiliyam Hîg civîneke rojnamevaniyê ya hevbeş saz kir.

Li gorî nûçeya BBC, Kerry diyar kir ku çekên kîmyayî yên Sûriyê di destên 3 berpirsên pilebilind ên rêjîmê de ne û navên wan kesan jî da û ragihand, ev sê kes yek Beşar Esed e, yê din birayî wî Mahir Esed e û yê din jî fermandeyekî artêşê ye.

Wezîrê derve yê Amerîka têkest li ser bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê rêjîmê ve kir û bang li rêjîma Sûriyê kir û got, eger Beşar Esed dixwaze êriş li dijî wî neyê kirin divê çekên kîmyayî heta hefteya din radestî civaka navdewletî bike.

Lê John Kerry di heman demê de bêhêvîbûna xwe li hember Esed jî anî ziman û diyar kir ku ew bawer nake Beşar Esed vê yekê qebûl bike.

Kerry destnîşan kir ku çareseriya qeyrana Sûriyê siyasî ye nek serbazî lê êrişa serbazî li dijî rêjîmê bo wê ye ku hikûmeta Esed cardin çekên kîmyayî li dijî gelê xwe bikar nehîne û wan nekuje.Rûdaw