Serrûpel Nûçe Pêwendiyên di navbera Çîk û Kurdistanê de

Pêwendiyên di navbera Çîk û Kurdistanê de

Belav bike

 


 û kompanyayeke Karta Taybet ya herêma Kurdistanê de bû.

Li gora protokolê dê wêstgeheke taze ya kehreba bi hêza 1000 mêgawat were çêkirin.

Di merasîmê de wezîrê pîşesazî, wezîrê bazirganî, balyozê Komara Çîk li Iraqê, serokê Banka Hinartinê ya Çîkî, Serokê Kompanya KAR ya kartê taybet li Kurdistanê, her du kompanyayên tirkî PSG û Renesans û hejmarek wezîr, parêzgar, dîplomat, mîdyager û karsaz amade bûn.

Di axaftinekê de serokwezîrê Kurdisatanê Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser pêwendiyên di navbera Kurdistanê û komara Çîk de û got ev cara yekemîne peymaneke girîng di navbera Bankeke Hinartinê ya hikûmeteke biyanî û kompanyayî karta Taybet KAR li heêma Kurdistanê encam dide.

Barzanî hêvî kir ku karsaz û kompanyayên Çîkî li herêma Kurdistanê dest bi kar bikin û di nava projeyên girîg de cih bigirin.

Di axaftina xwe de Nêçîrvan Barzanî girîngiyeke mezin da kar û projeyên kompanyayên kartên taybet, di geşepêdan û pêkanîna projeyan de li Kurdistanê.