Serokwezîr Elî Zîdan, rastî êrîşeke çekdaran hat, ew û zêrevanên xwe hatine revandin.
Ew îro serê sibê zû hate revandin.
Revandina wî, piştî çend rojan ji revandina yek ji serkirdeyên El Qaîde li Lîbya Abu Enis El Lîbî ji alyê hêzên Emerîkî ve hat.
Di serdana xwe ya Mexribê de, Zîdan gotibû ewê hevkariya xwe bi Emerîka re berdewam bikin, ev daxuyaniya wî bûbû sedema nerazîbûna grupên tundrew li Lîbya.
Heta niha kesekî revandina serokwezîrê nexistiye stuyê xwe.












































