Bêyî guman nivîskarê hêja erkekekî rewşenbîrî ligor dîtina xwe bi cîh dihîne, lê carine gelemperîkirin (ta’mîm) ne baş e. Binavkirina “Sydney” min, Şahîn B. Soreklî, rasterast e’leqedar dike û lewma dê hewl bidim hinek têbiniyên xwe di vê gotarê de ragihînim.
Berê sê têbinî. A: wekî min gellek caran ragîhndiye ez xwe naxim nav lîsteya “rewşenbîrên Kurdan.” B: xesandin ne tawana yê xesandî ye, çimkî her kesê hatî xesandin bi encama serdestî û neheqiya yê/yên din hatiye xesandin. C: newêrekî ne şerm e, ne jî wêrekî şana rewşenbîriyê ya serek e. Gellek sedemên “newêrekiyê hene û carine bi mirovî bi xwe ve ne girêdayî ne.
Nivîskarê vê gotarê, ku sal 1968 gihîştibûye Sydney û pêş wê demê 3 salan li Ewropayê bûye, va bûn dora 40 salan ku ji bo doza Kurdan dinivîsîne. Di wan rojên ku hinekên îroj berpirsên şûnbilind in li Ewropayê neçar dibûn ji bo parastina endamên malbatên xwe ji ẍezeba recîma Seddam Husênî bêdeng bimînin, nivîskarê li Sydney aşkere di dezgehên televizyonî yên australî de beşdare hevpeyvînan bûye, di kombûnan de bi ba’siyan re ketiye nav gengeşeyên germ û di rojname û kovaran de gotar û nameyên bi înglizî, kurdî û e’rebî nivîsandine. Heman nivîskarî gellek fîdakarî ji bo doza Kurdên bakur û rojhelat jî kiriye û gellekên hîn zindî “şahidên” xebat û fîdakariya wî ne. Heman nivîskarî name ji serok û serdarên dewlewtan û rêxistinan re, her weha ji serok û berpirsên PKK re, nivîsandine. Di heman demê de şaşiyên rêxistinên Kurdan, hêrêşbirinên PKKyîyan, ji neheqîkirinên li Şivan Perwer bigir ta kiryarên siyasî yên ku wî ne durist hesibandine, şermezar kirine. Gllek caran neçar maye bi kes û nekesan re têkeve nav gengeşeyên ku ew gellekî êşandine. Xebata wî ya siyasî jê re gellek serêşî peyda kirrine; demekê gef li wî û jiyana zaroyên wî hatine xwarine; û di jiyana xwe de gellek caran tenê bi encama kurdbûna xwe neçar maye bi kesên ku ji bilî kurdbûnê tiştekî wan bigihîne hev nebûye bide-bistîne… Ne wezîfeya wî ya fermî ligel wezareteke dewleta australî, ne jî ziyana li berjewendiya wî ya şexsî bûyî ew ji têkoşana siyasî ya piştgiriya mafên gelê kurd e’ware kiribûne. Heman nivîskarê ji Sydney çendîn nameyên vekirî û gotar ji berpirsên rêxistinên binxetê re nivîsandine û ew haydare tehlûkeya li pêş wan kirine; gotiye wan: “Bi xwe bihesin, bila palasa we ji bin lingên we nehêt kişandin; li xwe xwedî derkevin da ku hevsarê qedera herêmên we ji dest we neçêt…” Ligel hemî êşa ji Kurdan, ku nvîskêr bi qasî wê ji aliyên erebî, tirkî û farisî nedîtiye; ligel mîztina Kurdan bi ser hemî pîvanên rewşenbîriyê de; ligel rêznegirtina ji hezaran rûpelên nivîskarekî wek yê li Sydney nivîsandine re (rêza ji çend nerxbilindên hêja ne tê de) heman nivîskarî hewl daye dilsariyê bide aliyekî û carine hemî dema xwe ya vala daye bi şêweyekê ji şêweyan bo doza gelê kurd terxan kiriye. Hema di nav 2-3 salên dawîn de bêyî rawestandin nivîsar, kurtenivîs, helbest, çîrok, berhemên dengî-wîneyî, pêşniyazî, tenbe û rexnegiriyên bêjimar bi rêya Fêsbûkê, youtubê û rêyên din ragîhandine…
Mafê nivîskarekî dîsa jî heye ku ligor dîtina xwe kesekî wek Şahînê Bekirê Soreklî têxe nav koma kesên “ji aliyê rûhî ve hatinî xesandin,” lê ragîhandineke weha di heman demê de îspata nebûna derfetên durist yên ragîhandinê ne di nav Kurdan de, çimkî ger derfetên weha hebûna, ger pirraniya Kurmancan kesên xwende bûna… Kurdan ê hev û berhemên hev baştir binasiyana û keda kesan dê ta vê radeyê nehata binpêkirin. Şahîn jî maf heye vê pirsê bike: Kurdan çi dan wî? Ji 67 salên jiyana wî tenê 19 salan li welêt bûye, 4-5 sal ji wan li Helebê. Çiyê wî hebe-tunebe, bi saya keda wî bi xwe ye. Xwe bi xwe fêrî nivîsanina bi kurdî kiriye, xwe bi xwe fêrî soranî kiriye, alîkariya gellek rêxistinan û dezgehan û enstîtuyan kiriye, bi xebatê, bi gotinê, bi nivîsandinê û bi pereyan; berhemên xwe bêpere dane weşanxaneyane û xwe bi xwe berhemên xwe kirîne… Di nav 40 salên derbas bûnî de ji aliyê fesad û “hesûd” û heznekiran û robotên siyasî de wek kesekî barzanî, talebanî, pkkyî, ba’sî, xayin, ajanê CIA, peyayê balyozxaneya îraqî li Viyena (weha texmîn kiribûn ku Australya Austirya ye!), ermenî, bûrciwazî, kurê aẍan, ezo, … hatiye binavkirin, û di 67 salên jiyana wî de tenê carekê jê re “devê xwe bigir” bi îngilizyeke şkestî hatiye gotin, ji pkkyîyeke tirk. Ji ber ku her wek kesekî serbixwe maye, li dij şerê navxweyî bûye û bizava gotina rast kiriye, ji her sê rêxistinên mezin kesek lê xwedî derneketiye, heta bo “konferenseke” wan nehatiye vexwandin! Li bervaciya wê carine hinek mirîd û robotên wan şerê wî kirine, nameyên li dij wî nivîsandine û heta deriyê hinek wezîfeyên bilind di dezgehên navneteweyî de li paş perdeyan li pêş wî dane girtine.
Nivîskarê li Sydney xwe qehreman nabîne, heta heye ku carine tirsonek be jî, ji ber ku mentiqê bi kar dihîne, lê ne kesekî newêrek e û wek neheqiyekê dibîne dema rêhevalek wî têxe nav koma “newêrekan” û “guhnedanan.” Ma divêt mirov çi bike da ku xwe wek kesekî derbarê gelê xwe de xemxwar raber bike? Ma divêt çend helbestan, çend gotaran, çend têbiniyan, çend şîretan û çend çîrokan binivîsîne? Hema-hema hemî berhemên Şahên B. Soreklî xwe bi Kurdan û doza wan ve peywendîgir dikin, lê gelo çend Kurdan wan berheman dinasin, ji naverokê têdigihên, dixwînin û didin xwendin: 100, 1000, 5000?
Mafê rêhevalekî heye ku rexneya xwe bike û ya ew dibîne ragihîne, lê mafê yê li Sydney jî heye ku ew jî carê bipirse: Gelo pirraniya endamên gelên cîhana welatên misilman di rojên îroj de ji aliyê rûhî ve ne xesandî bin û yên nexesandî ji wan bi pirranî ne robotên yan kasêtên dagirtî bin? Dema nivîskarekî wek Jan Dost bi xwe endamên civatekê wek “dewar” bi nav kiribe, ma gelo tiştekî mathîştinê be ger di nav wî dewarî de “rewşenbîrên ji aliyê rûhî ve xesandî” hebin? Dema li warekî fersendên rewşenbîriya durist nebin û dema ji e’wrên tofanî zîpik bi ser rewşenê de bibarin rewşenbîrî dibe tiştekî “lûks” ku her kes nikare bi dest xîne û yên ku li nik wan rewşenî heye neçar dibin yan têkevin sirgûniya hindirîn yan birevin derve.
Ger rewşenbîrî di nav Kurdên herêmên binxetê de bi hêz bûya, rewşa siyasî li wir dê îroj yeke din bûya. Lê rewşenbîrî ne bi hêz bû, ne jî rewşenbîran dikaribûn xwe bikin komeke bi hêz û derfet. Lewma tenê kesên ji aliyê siyasî ve terr dê rewşa îroj li holê çaverê nekiribûna. Di van 6 mehên çûnî de bi hezaran “rewşenbîr” reviyan derve. Aşkere iddî’a dikin ku ji ber îslamiyan direvine û bi dizî dibêjin “Em ji ber apociyan reviyan!” Kêşeya li holê gellekî mezin e û sedemeke mezin ya vê kêşeyê xwe bi du mijaran ve girê dide: Mijara xarkirina rastiyê û mijara xeşîmî û bextereşiya Kurdên Sûriyeyê. Li pêş çavên me derewên bêhûde dihên kirine û carine mîdyaya cîhanî jî van derewan belav dike, lê van derewan didomînin bêyî ku rêxistineke Kurdên Sûriyeyê, yan siyasetmedarek bikaribe li ser sehneya cîhanî wan derewan wek ji rastiyê dûr ragihîne. Li milê din, rêxistin û kesayetiyên siyasî, hinek ji wan “reswhenbîr,” xwe û xelkê dixapînin û gotina federalîzmê, yan tew sexwebûnê dikin û nexşeya “ROJAVA” roj li dû rojê mezintir û firehtir dikin. Nexşeya Kurdistanê weqa mezin kirine ku sînorên wê êdî xwe digihînin Deryaya Spî, Deryaya reş û Kendava farisî/Erebî. Û mîdyaya kurdî bêyî şerm van derewan û ragîhandinên bêyî bingeh yên hinekan dubere û dehbare dike. Hema iddî’yên derbarê siyaset û tevdêrên amerîkî derbarê Kurdên Sûriyeyê de, ku va bûn çend sal dihên kirine û yek li dû ya din derew derdikeve bidin pêş çavan! Ya dixwazim bibêjim ew e ku kêşe gellekî ji kiryarên pkkyîyan mezintir e û çawa ku rewşenbîrên Ereban û welatên musilman li hember tundrêyên îslamî bêhêz û bêyî derfetên bi encam mane, rewşenbîrên Kurdan jî nikaribûne tiştekî bi encamên giran bigihînin holê. Lewma mesele ji “xesandina rûhî” mezintir e û bi rewşeke bêtarî ve girêdayî ye, rewşeke weha ku mirov dikare berawerde tofaneke reşebayî ya qonaxeke demî bike.
Kurdên li herêmên kurdî yên li Sûriyeyê bi pirranî nedizanin “prensîp” (helwest) çi ye û bi encamê li pêş têlên tenbûrên xwediyên hevsaran rojê beşdare dîlanekê dibin. Dikarin îroj “filan rêxistinê” riswa bikin û sibe bi encama bûyerekê pesn û senaya wê bidin. Bi gotineke din, çav û guhên wan ne li berhema yê/ya “rewşenbîr” in! Da ku rewş bihêt guhertin, bi kêmasî xwedîderketina li “prensîpan divêt,” xwedîderketina li amancên siyasî yên durist û mentiqî û berdewam.
Gotina dawîn: Ger êşandina kurdekî ji aliyê ne-kurdekî ve carekê me biêşîne, êşandina kurdekî ji aliyê kurdekî ve deh caran me vediciqîne û diêşîne. Li ser milên me hemiyan erk e ku li rastiyê xwedî derkevin, çiqa di nav Kurdan de dijwar be jî, û neheqiyan riswa û şermezar bikin. Divêt li vir keda wan ciwanan û ciwanmerdan bi bîr wînim, ku ligor derfetên xwe bizava piştgiriya xelkê xwe dikine û li li dij neheqiyan bêdeng namînin. Bi taybetî ji bo yên li welêt karekî weha ne hêsan e.
Li dawiya dawiyê hêvîdar im kesek van çend peyvên di vê kurtegotarê de wek hêrîşbirineke ser Jan Dost nebîne. Ew rewşenbîrekî Kurdan e û ji mafê wî ye wek dixwaze binivîsîne, wekî ku mafê yên din e wek dixwazin binivîsînin. Ger di nav civata kurmancîziman de xwendevan û rewşenbîr hebin, ew ê ligor mentiqa xwe berheman binerxînin. Mirov carine wek hev naponijin û heye ku wêneyekê wek hev jî nebînin, lê ya grîng tolkerans e. Wêneya ku gellek ji me îroj sebaret bi rewşa herêmên kurdî li Sûriyeyê dibînin heman wêne ye, wêneyeke bi mij dagirtî ye, beşekî ji wêneya xemafer ya tevahiya Sûriyeyê ye. Wêneya li pêş çavan her weha raber dike ku PKK bi rêya PYD li herêmên kurdî yên binxetê serperesdht e. Lewma bixwaze-nexwaze ew berpirsa encaman e, çê bin yan xirab.











































