Serrûpel Nûçe “Li Amedê behsa Ocalan nehate kirin”

“Li Amedê behsa Ocalan nehate kirin”

Belav bike

Li gorî nûçeya DÎHAyê, îro danê sibê birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û xizmên girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê dimînin, bo dîtina mirovên xwe çûn giravê.

Mehmet Ocalan beriya ku ber bi giravê ve here, ji rojnamevanan re li ser serdana Barzanî ya Amedê axivî û îdia kir ku li Amedê behsa Ocalan nehat kirin û wiha got: “Yê ku pêvajoyê dide meşandin ne tenê dewlet e lê Ocalan e jî. Di nav xwe de (mebesta wî Barzanî û Erdogan e) li hev kiribûn ku qet behsa Ocalan nekin. Ev jî tiştekî rast nîne.”

Birayê Ocalan ne navê Barzanî ne jî navê Şivan Perwer anî ziman ku digel Barzanî serdana Amedê kiribû: “Bilêvkirina navên wan rast nîne…”

Gazindeyên Mehmet Ocalan di demekî de ye ku Barzanî di hevdîtina digel Şaredarê Amedê Osman Baydemîr û berpirsên BDPê behsa rewşa Ocalan kiribû û Baydemîr kêfxweşiya xwe ji vê yekê anîbû ziman. Rûdaw

Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan serdana Barzanî ya Amedê rexne kir û îdia kir ku Barzanî û Erdogan li hev kiribûn ku qet behsa Ocalan nekin.

Li gorî nûçeya DÎHAyê, îro danê sibê birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û xizmên girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê dimînin, bo dîtina mirovên xwe çûn giravê.

Mehmet Ocalan beriya ku ber bi giravê ve here, ji rojnamevanan re li ser serdana Barzanî ya Amedê axivî û îdia kir ku li Amedê behsa Ocalan nehat kirin û wiha got: “Yê ku pêvajoyê dide meşandin ne tenê dewlet e lê Ocalan e jî. Di nav xwe de (mebesta wî Barzanî û Erdogan e) li hev kiribûn ku qet behsa Ocalan nekin. Ev jî tiştekî rast nîne.”

Birayê Ocalan ne navê Barzanî ne jî navê Şivan Perwer anî ziman ku digel Barzanî serdana Amedê kiribû: “Bilêvkirina navên wan rast nîne…”

Gazindeyên Mehmet Ocalan di demekî de ye ku Barzanî di hevdîtina digel Şaredarê Amedê Osman Baydemîr û berpirsên BDPê behsa rewşa Ocalan kiribû û Baydemîr kêfxweşiya xwe ji vê yekê anîbû ziman.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/18112013#sthash.kYATcjmt.dpuf