Serrûpel Nûçe Hikûmeta Iraqê 15 mîlyon dolar dide PYD

Hikûmeta Iraqê 15 mîlyon dolar dide PYD

Belav bike
Li gora wê biryara encumena wezîran ew alîkarî wê ji bo îdareya demkî were pêşkêşkirin. ew îdareya demkî jî di bin hukmê PYD de ye.

Wezîrê Bazirganiya Iraqê Dr. Xeyrullah HESEN beşdarî bultena nûçeyan ya televîzyona Rudaw bû (19.00) û têde pişt rast kir ku ew alîkarî wê ji herêma di bin kontrola PYD re biçe lê belê wezaretê di biryara xwe de behsa navê PYD nekiriye.

Wezîrê bazirganiya Îraqê her wiha got ku aliyê din mebest ji aliyê din PYD ye, ew alîkarî xwestiye.
AVESTA KURD