Serrûpel Nûçe Tevî tehdîda Îraqê jî 6 Girêbest îmze kirin

Tevî tehdîda Îraqê jî 6 Girêbest îmze kirin

Belav bike


Ajansa Reutersê li ser zarê çavkaniyên ku navê wan aşkere nekiriye, veguhastiye ku “Tirkiyê û Herêma Kurdistanê çend girêbestên petrolê îmze kirine ji bo ku Herêma Kurdistanê petrol û gaza xwe di rêya Tirkiyê re bigihîne bazarên cîhanê”.

Çavkaniyan diyar kir ku ew girêbest di civîna roja çarşemê ya di navbera Nêçîrvan Barzanî û Erdogan li Enqereyê de hatine îmzekirin.

Rojnameya Radikal a tirkî jî belav kiriye ku “di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û kompaniya Turkish Energy Company (TEC) de 6 girêbest hatine îmzekirin”.

Yek ji wan rêkeftinan ku ew rojname behsa wê dike ewe ku kompaniya TEC wê di 12 kêlgehan li petrolê bigere.

Her li gor rojnameyê, kompaniya TEC wê bi tena xwe di 6 kêlgehan de li petrolê bigire û di her şeş kêlgehên din de wê bi hevpariya kompaniyên Chevron û Exxon-Mobil li petrolê bigere.

Duh Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz got ku “hikûmeta federal a Iraqê dê heya wê ji veguhastina petrolê di rêya boriya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hebe û dê mîkanîzmeke hevpar derbarê vê prosyê de bê danîn”.

Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê Hisên Şehristanî di daxuyaniyekê de şandina petrola Herêma Kurdistanê bêy razîbûna Bexdayê red kir û got “Ev li dijî serweriya Iraqê ye û nabê em li hemberî bêdeng bimînin”. Rûdaw