Serrûpel Nûçe “Di binpêkirina mafê mirov de me şaşîtî kir“

“Di binpêkirina mafê mirov de me şaşîtî kir“

Belav bike

Salih Mislim di civîneke li gel parlamanterên Herêma Katalonyayê li Barcelonayê de hişyarî ji çûna hemwelatiyên Ewrûpa bo Sûriyê da û got: “Eger demokrasî li Rojhilata Navîn berqerar nebe, hûn jî di aramiyê de namînin.”

Herwiha Mislim aşkere kir ku, 4 hezar cîhadî ji Ewropa hatine Sûriyê da li dijî wan şerî bikin.

Piştî ku di sala 2012an de hêzên hikûmeta Sûriyê ji navçeyên Rojavayê Kurdistanê vekişiyan, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), ku du baskên leşkerî yên PYDê ne, ew navçe kontrol kirin û bi dewamî şer di navbera wan û çekdarên DAIŞê de li çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê derdikeve.

Mislim behsa wan bûyeran kir ku bandor li ser her sê rêveberiyên xweser li Cizîrê, Kobanî û Efrînê kirine ku di çileya sala 2014an de ji aliyê PYD û hevalbendên wê ve hatine avakirin.

Hevserokê PYDê li wê yekê mikur hat ku wan şaşitî kirine û got: “Bêguman me şaşitî kirine, ji ber ku em di bin desthilateke nedemokratîk de jiyane û ezmûna me ya demokrasiyê nebû. Bi taybetî di pirsa mafên mirovan de, ku pêwîst bû em şaşitiyê tê de nekin, me şaşitî kirin. Pêwîst e xelk bên hînkirin û perwerde kirin. Em daxwaziyê ji hemû aliyan dikin ku me hînî demokrasiyê bikin.”

Herwiha Salih Mislim ragihand ku pêwîstiya her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê bi hemû cureyên alîkariyê heye û wiha dewam kir:

 

“Berî her tiştî pêwîstiya me bi wê yekê heye ku bergiriyê li xwe bikin, ew jî bi rêya şer tê pêkanîn. Pêwîstiya me bi çekên giran heye, ji ber ku DAIŞê çekên giran û pêşkeftî li Mûsilê bidest xistine û ew çek hemû Amerîkî ne.”

Derbarê çavkaniya ku PYD çekan bi rêya wê ji her du baskên xwe yên leşkerî, YPG û YPJê re bidest dixe, hevserokê PYDê got: “Em çekan ji bazarên reş dikirin. Hin car jî ku me çek ji DAIŞê kirîn. Bi hejmareke zêde, çek di destê wan de heye. Gelek zêde ye.” Rûdaw