Serrûpel Nûçe Rojnamevaneke PKK ji aliyê DAIŞ ve şehîd ket

Rojnamevaneke PKK ji aliyê DAIŞ ve şehîd ket

Belav bike

Peyamnêra Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Denîz Firat, li Kampa Mexmûrê dema şerê navbera Hêzên Kurdistanê û çekdarên DAİŞ’ê dişopand, di êrişeke çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) de canê xwe ji dest da.

Denîz Firat, şer û pevçûnên van sê rojên borî yên Hêzên Pêşmerge û gerîlayên PKK’ê li dijî çekdarên DAİŞ’ê dişopand û îro di êrîşeke DAİŞ’ê de canê xwe ji dest da ku parçeyekî gulehawanekê li dilê wê ketibû.

Rojnamevana Kurd Denîz Firat, rojane nûçe û agahî bo televizyonên Ronahî, Med Nûçe, Stêrk Tv û Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) vediguhestin, lê îro di êrîşeke DAİŞ’ê de canê xwe ji dest da. BAS