Li gor zanyariyan, Zekî Şengalî daxwaza hevkariyê kiriye û gotiye ew amade ne ligel pêşmergeyan şerê DAIŞ bikin û Şengalê rizgar bikin, her wiha daxwaz kiriye ku şerê ragihandinê di navbera PKK û PDK de raweste.
Zekî Şengalî her wiha ji Qasim Şeşo xwstiye ku pêşmerge êrêşî gerîla nekin, Şeşo jî ji aliyê xwe ve gotiye tiştek wiha nebû ye.
Her du alihan behsa yekrêzî kirine û wê hevdîtinên wan berdewam bikin.
Hêzeke mezin ya pêşmerge di bin fermandariya Qasim Şeşo de niha li çiyayê Şengalê ne û ji PKK daxwaz dikin ku astengiyan ji wan re dernexînin.












































