Serrûpel Nûçe Pêwîstiya şervanên Kobanê bi alîkariyê heye

Pêwîstiya şervanên Kobanê bi alîkariyê heye

Belav bike


Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Bild a almanî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku, pêwîstiya şervanên Kurd ên ku bergiriyê li Kobanê dikin, bi alîkariyê heye û got: “Pêwîste civaka navdewletî alîkariyên zêdetir û mezintir ji pêşkêşî wan bikin” da DAIŞ nikaribe wî bajarî dagîrbike.

Derbarê helwesta Tirkiyê de, Serok Barzanî diyar kir ku, Tirkiyê welatek girîng e, dikare ligel Amerîkayê hewlên zêdetir bo rizgarkirina Kobanê bidin, “Ez di wê baweriyê de me ku, DAIŞ ne bitenê gefeke li ser Kurdan, lê belê li ser asayişa navçeyê û cîhanê bigiştî ye.”

Herwiha Serok Barzanî tekez kir ku, Pêwîste hevahengî ji bo rêgirtin li karînên darayî yên DAIŞê û rêgirtin ji çûna çekdarên biyanî bo Sûrî û Iraqê bikeve rojevê de.”

Li ser peywendiya Tirkiyê û Kurdan jî Serok Barzanî zêdetir got: “Kurdan diyarkirine ku ew dixwazin bi aştî û biratî ligel Tirkiyê bijîn û her du alî jî berjewendiyên wan ên hevbeş hene û pêwîste bi hev re li dijî êrîşên DAIŞê rawestin.”

Serokê Herêma Kurdistanê, wek ku di çend boneyên cûda de ragihandibû, di vê hevpeyvînê de jî tekez kir ku “Di baweriya min de pêwîstiya Kurdistanê bi hêzên leşkerî yên biyanî nîne, em bi rêya Pêşmergeyên xwe vî şerî dikin, eger çekên giran û perwerdeya leşkerî ya baş ji wan re were pêşkêşkirin, dê stratejiyeke baş bo Hêzên Pêşmerge li şerê DAIŞ peyrew dike.”

Di dawiyê de Serok Barzanî spasiya hemû welatên rojava kir, ên ku alîkariya Hêzên Pêşmerge kirine, bi taybetî jî welatê Elmanya.