Belê hin tiştên taybet û gelek girîng hene ku ji bêyî xwestina me an bê hilbijartina me rasterast ji bal Xweda ji me re tê dayîn an diyarîkirin.
Nîşe: Ez di vê nivîsa xwe de dixwazim behsa çend mijaran bikim lê li ser nijad û zimanî jî hinek berfireh bisekînim.
Dê û Bav
Dê û bav ji navbera diyariyên Xweda herî herî girîng in. Kes dê û bavê xwe hilnebijartiye. Peruya(1)Xwedê ye.
Erê di dinyayê de heqîqeta herî rûmet-bilind şefqeta dê û baban ya di hemberî zarokên wan de ye. Û huqûqa herî bilind jî ew e ku di hemberî wê şefqeta wan de qed û qîmeta wan were girtin.(2)
Welat
Welat jî ji nav diyariyên Xweda ne û bê haya me ji me re hatiye pêşkêşkirin. Welatê me warê kurdan an Kurdistan an jî ji Elegezê heta Kop e. Bes navçeyek Arjantîn jî dibû an jî di nav Efrîkayê de cihekî çol û deşt jî dibû. Lê ew hatiye dayîn. Gelo Xwedayê gewre û mihrîban çi peyamê dide me?
Nijad
Nijad ango qewm jî ji bêyî hilbijartina me rasterast ji bal Xweda dihê dayîn. Kes nekariye ku nijada xwe hilbijêre. Xweda hez kiriye kiriye ermen, Xweda xwestiye kiriye elman, Yezdan ferman kiriye bûye ereb ango Xweda gotiye bila bibe kurd û hwd. Divê ye ku wan dayîna Xweda bihê parastin. Ji ber ku lutf û qenciyên Xweda nayê paşxistinê.
Meseleya nijad hem bi ayetan ve jî sabît e û rûmetdayîna wê jî ferz e. Di sûreya Hucuratê de Xweda li ser vê mijarê ji me re çi dibêje:
“Gelî mirovan! Bêguman me hûn ji mêrekî û jinekê afirandine û me hûn kirine qewm û qebîle da ku hûn (maf û hiquqê) hev nas bikin. Bêguman li cem Xwedê yê herî birûmet ew e ku heq û huquqan bêtir diparêze. Bêguman Xwedê zana ye, agahdar e.”(3)
Gelo haja me û agahiya me bi vê ayetê heye? Nexêr! Ji ber ku di nav hin gelî kopiyan de rûmetiyek ji bo nijada xwe nadin hene. Bi rastî ev jî pirsgirêkek mezin e ku hem civaka wan û hem jî ahireta wan tevlihev dibe.
Di helbestek min de li ser vê babetê mijara nijada gelê mûşî dike.
…
Ev bajarê kevnare kurd e
Lê gelê Mûş li hûndir ne xurt e
Hem li ser ziman hem li ser nijad e
Mixabin gelê Mûşê bo wî ne jihad e
Kurdayetî û zimanê xwe berda ye
Zimanê din û nijadek dest da ye
Ey xelkê kurd zimanê te rûmet e
Rûmet re wekî her kes rûmet bide
Helbest: Metînê Kewê DILXÊRÎ
2005
Zimanê Kopê
Di şarê Kopê de du ziman rewac e. Tirkî û kurdî. Du gelên nîştecîh hene. Bi gelemperî kurd in, hinek jî terekme hene. Her weha Kopa rengîn bi du zimanî ye.
Ziman û Jiyan(4)
Nimêj çawa stûna dînê ye her wisa ziman jî stûn û kêrana gelan e. Çawa bê nimêj seredana bihûşt nabe her wisa bê ziman jî pêşveçûn û yekîtiya gelan nabe.
Çi dibêje Ûstazê me; ji bo însan mora qederê ziman e, sûreta mirovahî jî di rûpela zimanê de nîşana bedewbûna derbirînê dike. Herweha ziman ayetên Xweda ye jî. Xwedayê Gewre; xuliqandina erd û ezman cudabûna reng û zimanan ayetên min e dibêje.
Îcar divê ye ku her kesekî û her gelan zimanê xwe hezbike û xwedî derkeve. Li ser vê mijarê bêgavîtî eşkere ye. Lê belê divê derbasî sînora nijadperestî nebe. Bi rastî spasî ye ku kurd di wî warî de hema hîç neketiye nav nijadperestiyê. Lê mixabin xwedî zimanê xwe jî nebûne. Nakokiyekî balkêş e. Çawa mirov li gor ola îslamî xwedî bawerî be lê pêwîstiya wî neke rizgar nabe digel vê yekê bê bawerî be lê her tevgêra wî li ser şopa bawerî be disa rizgarî nabe. Bi vî rengî hezkirina ziman ne bes e xwedî derketin, pêşvebirin û hizmetkirin pêwîst e.
Di nav me de ku ez jî tê de me têra xwe girîngî nadine zimanê xwe ango zimanê dê re. Piranî bi tirkî dipeyîvîn, bi tirkî dinivîsin, bi tirkî dixwînin. Lewma zimanê kurdî wekî dara bihûştê zimanek fêkî dayînê re baş e lê ji ber sedema nebana niçilandinê bitêra xwe pêşve neçûye. Ji ber vê yekê sedan sal jî rayedarên siyasetmedar bêwijdaniyê dikin. Loma di encama zilm û asîmîlasyoniyê de kurd nepeyîviye, nenivîsiye û nexwendiye. Lê her çiqas weha be jî dikare kurdî biaxive, kurdî bixwîne û kurdî binivîse. Hawar Celadet Elî! “Kuro eyb e, şerm e, fihêt e. Yan hînî zimanê xwe bibin, yan mebêjin em kurd in. Bê ziman kurdîtî ji we ra ne ti rûmet e, ji me re rûreşiyeke giran e”. Mamoste Geverî jî “ha nimêja bê destnimêj, ha Kurdperweriya bê kurdî” dibêje.
Zimanê dê diyarî ye, zimanê dê îlmî ye, zimanê dayik, maf e. Navdar alîmê ‘Kurdî’ jî dibêje; “Ziman sirûştî ye, lewma her peyv bêvexwend tê bîra mirovan. Bi zimanê dê ve perwerde wekî nivîsa li ser kevir heta hetayê dimîne. Û bi vê zimanê netewî ve her çi tê dîtin spehî dibe”.
Her ziman xweş e lê zimanê me ji bo me herî xweş e. Her ziman wekî cil zimanê kurdî jî wekî çerm e. Em dikarin cilên xwe derxin û bigûherînîn lê nikarin çermê xwe derxin. Heke bixwazî bikûjî dikarî çermê wî derxî. Heke bixwazî gelan tune bikî dikarî zimanê wan ji bo wan qedexe bikî.
Armancek qirêj li ser me ye ewê bizane û helwestek xurt nîşan bide û hewlek lez bike.
Jiyan bi zimanê me xweş e, jiyan bi kurdî xweş e!
…
M.K.D.
Lê ew jî diyar e ku di Kopê de kurmancî zêde tê axaftin. Helbestanek ji Kopê Mele Remezan di dîwana xwe de li ser kurmancî wiha gotiye:
Kurmancî(5)
Gelek şirîn e zaravê kurmancî
Têr nebûm ji zimanê kurmancî
Ez minetar im ji Xwedayê barî
Ku daye min zimanê kurmancî
Kurdino! Pîroz e zarê kurmancî
Ser me ferz e parastina kurmancî
Bipeyivin her dem û rojên salê
Nexin bindestê hovan û bin pê
Bi dil biparêzin zimanê kurmancî
Wî bikin zimanek fermî û netewî
Da ku hun li dinê bijîn bi serfirazî
Wê xwedayê mezin ji we bibe razî
Ey gelê kurd! Tu jîr, jêhatî û bazî
Heke neparêzin zimanê kurmancî
Hunê bimînin bindestê neyarê tajî
Bo we nîne kar girîn, hewar û gazî
…
Lê her çiqas kurdîaxêv zehf bin jî ne kurdiyek zelal e. Kurmancî hema bin bandora zimanê tirkî maye û bûye “tirkmancî”.
Seydayê Dilmeqes çiqas hestiyariya me bilind bike jî mixabin, gelî kurd ne di vê astê de ye. Helbestvan bi “Ez minetar im ji Xwedayê barî/Ku daye min zimanê kurmancî” ve gazinda kurdan dike û hişyar dike û wek dubenda jorin dibêje; Xweda zimanê we daye we û girîng e ku xwedî derkevin. Ango, gelo hîç lûtfên Xwedê tê wergerandinê? Lê disa mixabin gelî Kopî biha û qimeta dayina Xwedê nake û xwedî zimanê xwe dike û ne jî zimanê xwe başebaş diaxife.
Ji axaftina gelî Kopî çend nimûne:
“Ez inan nakim. Geç kalmiş bûm! Zimanê te değişik e. Zimanê te başqe ye. Zimanê te çima zehf farkli ye? Zimanê te ilerlemiş bû ye. Ça benzemişê bave xwe dibe. Te jî takmiş bikira. Teka te patlamiş bû ye. Batmiş bû ye. Xoce te başlamişê elektronikî kir? Sona me ne rind e. Ez neketim ortama wan.”(6)
Di nivîsek din de jî mînakek:
“Gelo eldiven heye? Qedrî abê yare bandî heye? Ayran dixwazim. Bud heye? Ji kerema xwe sukî bide! Kek Qedrî çorab heye? Ba te ki tane beş heye? Dayne dibê diwarê. Dönüşte ez ê bidim. Zehf geşmiş be! Koşe bizvire temam e. Tiştek kete boxazê min. Li ber dikanê tanişmişbûn. Baxira baxira dibêjim.”(7)
Li ser vê babetê helbestek min jî gilî û gazînêye.
Mûş
Çend sal e li xerîbiyê me
Û çend sal e dilsariyê me
Dixwazim vegerim Mûşê
Armancek min dîtina Kopê
Ez bajarê Mûşê me
Û ez gelekî dilxoşî me
Navçeya me Kop e
Ava me her gav dilop e
Zozanê Mûş çiyayê Bilîcan
Axa Mûş ax dilocan
Ava xweş hewayê xweş
Roja xweş xwezaya xweş
Ev bajarê kevnare kurd e
Lê gelê Mûş li hûndir ne xurt e
Hem li ser ziman hem li ser nijad e
Mixabin gelê Mûşê bo wî ne jihad e
Kurdayetî û zimanê xwe berda ye
Zimanê din û nijadek dest da ye
Ey xelkê kurd zimanê te rûmet e
Rûmet re wekî her kes rûmet bide
Helbest: Metînê Kewê DILXÊRÎ
2006 Bûrsa
Ji Kopê nivîskarekî xort û ciwan Ferhadê Zinarî -kurdî û tirkî dinvîse- li ser zimên di nivîsa xwe de bi tirkî wiha dibêje:
…
Anadili, bireyin içinde bulunduğu toplumun yüzlerce, hatta, binlerce yıl biriktirdiği kültürel zenginliktir. Bu Zazaca’da da Türkçe’de de, Kürtçe’de de Arapça’da da v.s. böyledir. Türkiye’de işte bu gibi farklı diller için köklü bir anadilde eğitim çalışmaları başlamalıdır.
Bir Finli yazar Antti JALAVA, ”Ana dilim canımın derisi gibidir, fakat bildiğim diğer diller benim için elbise gibidir. Bir elbise bana uyar yada uymaz. Uymadığı zaman onu değiştirebilirim, ama derimi değiştiremem”. Bu sözden de anlaşıldığı üzere devletler inkar politikalarıyla ne dilleri yok edebildi, ne de o dilleri konuşan etnik kimlikleri tasfiye edebildi. Tarih buna şahittir.
Eğer insan kendi anadilini bilmezse, kendi toplumunun şiirlerini, masallarını, destanlarını, hikayelerini, romanlarını, örf ve adetlerini kısaca o toplumu diğerlerinden ayıran, farklı kılan değerleri anlayıp öğrenmez. Dili onun var olduğuna en büyük kanıttır.(8)
Jêder
([1]) xelat an diyarî
(2) Nûrsî, Bediûzzeman Saîd, “Mektûbat”, Mektûba Bîst û Yekemîn, rûpel 340, Weşana Nûbihar 2013.
(3) Sûreyê Hucurat 13, Wergera Qur’ana Pîroz Bi Zimanê Kurdî, M.Huseyn Êsî, M.Se’îd Girdarî, M.Muhemmed Bêrkevanî, rûpel 49, Weşana Nûbihar.
(4) Dilxêrî, M.Kewê, “Ziman û Jiyan”, (www.bulanikhaber.com)
(5) Dilmeqes, Seydayê(Mele Remezanê Rûstemgêdûkî), “Kurmancî”, Dîwan, Weşana DILOP, Berlîn
(6) Dilxêrî, Metînê Kewê, “Axaftina Gelî Kopiyan” (http://www.bilicanhaber.com), 14.11.2011.
(7) Dilxêrî, Metînê Kewê, “Ziman û Edebiyata Gelî Kopî II” (www.ufkumuz.net), 21.09.2013. Berdawamiya nivîsê; Ez diçim xestê! Hatirlamiş dikim. Wan qe anlamişnabin. Ca evê dûzeltmişke! Ca vê pere bozmişke! Çawayî kek Elî? Çok şikir! Hûn qafseqet in!Hat ber soqakê me! Tu anemişbûyî? Mamoste em dikarin eşofmanê xwe degişkin? Cêva min da yirmî lîre ma ye! Mamoste dikarî ji bo min re yüz yazkî! Mamoste: -Wekî mezinên we Selahaddînê Eyyûbî bibin! Xwendekar: -Mamoste ev zilam kî ye?






























