Serrûpel Nûçe Besê Hozat: Em Kongreyê li dar naxin

Besê Hozat: Em Kongreyê li dar naxin

Belav bike

Hevseroka KCKê Besê Hozet, di hevpeyvînekê de digel televîzyoneke nêzîkî partiya xwe li ser banga Ocalan a çekdanînê û lidarxistina kongreyeke awarte got, heta hikûmeta Tirkiyê gav neavêje em ji bo danîna çekan kongreyê li dar naxin.

Besê Hozat diyar kir ku hikûmet divê dest bi danûstandinan bike her wiha rê bide komîteya çavdêriyê hevdîtinên ku li Îmraliyê bi Ocalan re tên kirin çavdêrî bike, qanûnên pêwîstî jî derxîne.