Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina ligel Guido Westerwelle bersiva pirsên rojnamegeran da. Lavrov got ku “Helwesta welatên rojava beramber Sûriyê, dibe egera rewş zêdetir tund bibe. Di encam de dê tundî bilind bibe û dê şerekî mezin biqewime.” Her weha got ku ew ê ti piştgiriyê nedin mudaxeleke leşkerî û der barê mafê sipartina Esed got “Em nafikirin ku mafê sipartinê bidin Esed. Planeke Rûsya di vê der barê de tun ye. Divê gelê Sûriyê biryareke weha bide. Hewldaneke me ya wisa dê bê wate be.” Û got jî ku wan ev daxwazî weke ‘henek’ nirxandiye.
Avestakurd











































