Walîtiya Amedê der barê qedexekirina mitîngê de di daxuyaniyek nivîskî de ragihand ku Komîteya Mitîngê bi nivîskî serî li wan dane, lê “Li gor xebatên îstîxaratî, welatiyên me xelet têne agahdarkirin, hewl tê dayîn ku wan derxin kolana û welatiyan û me û erkdarên me yên ewlekariyê bînin beramber hev.” Her weha di nivîsê de tê gotin ku hin derdor û weşanên çapemeniyê behsa ‘berxwedan-pevçûnê’ dikin û ev yek cih dide ‘hestên dijminahî, nefret û kînê di navbera welatiyan de’ û vê yekê nîşan dike ku ev mitîng dê ne qanûnî be.
Avestakurd











































