Serrûpel Nûçe Barzanî: Îro hinek deng tên bihîstin ku dixwazin êrîşî Kurdistanê bikin

Barzanî: Îro hinek deng tên bihîstin ku dixwazin êrîşî Kurdistanê bikin

Belav bike

Avestakurd – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyarkir ku li sala 1966’ê artêşa Îraqê hemû hêza xwe li dijî Kurdan û ereb bi taybet li dijî partiya Şûî bi kar anî.

Lê di vî şerî de artêşa Îraqê têkçû, têkoşerên ereb û Kurd bi serketin. Serokê Herêmê di civîna Erebî ya Doza Kurd de, axivitinek pêşkêş kir û bal kişande ser gelek mijarên girîng. Barzanî di axivitina xwe de aşkere got: ” Lê Kîjan Îraq? Bê guman; Îraqek demokratîk, federal û piralî. Em gelekî pişta xwe bi pênûsa we ve girêdidin ku tiştên rast biparêzin û mafê Kurdan biparêzin. Her weha heke xeletiyek me jî hebe me agahdar bikin.” Serokê Herêmê di berdewamiya axivitina xwe de got “Lê îro hinek deng tên bihîstin ku dixwazin êrîşî Kurdistanê bikin, lê em dixwazin di civîna Îro de li hember vê êrîşê rawestin.” Barzanî her weha di axivitina xwe de bal kişand ser vê êrîşê û got “Em dixwazin li şûna gef û şer pirsgirêkan bi gotûbêjê bên çareserkirin. Em ji balefirên F-16 natirsin lê em ji wê ditirsin ku carek din xwîna zarokên Îraqê biniheqî bê rijandin û mejiyê ku top û balefirê wek zimanê çareseriyê dizane vegere.” Her weha Serokê Herêmê mebesta sazkirina vê civînê bi geşdan û pêşxistina demokrasiyê li Îraqê û bidestxistina mafê neteweyê Kurd binav kir.

Avestakurd