Lê, vê carê tîma milî ya Kurdistanê tîma xwe ji lisitkvanên zîrek û naskirî amadekir. Li gor nûçeya Aknewsê, rahênerê tîma milî ya Kurdistanê Ebdula Mehûd ragihand ku tîma milî amadeye û weha got “Pêkhateya tîmê ya ku dê beşdarî yariyên FIFA bike, ji 23 lîstikvan pêk tê ku lîstikvanên herî baş ên Kurdistanê ne û lîstikvan dê ji sibê (2 hezîran) ve herin hotêla xwe li kêleka yarîgeha Frenso Herîrî ya Hewlêrê û dê heta dawiya şampiyoniyê li wir bimînin.” Her weha Ebdula Mehmûd di axivitina we de bang li çapemeniya Kurdistanê û gelê Kurdistanê kir ku xwedî li tîma milî derkevin û der barê navên listikvanên di tîmê de cih digirin got ” Golparêz: Dîdar Hamîd (1), Kawe Dîno (30), Xefûr Osman (20)
Hêla Bergirî: Mihemed Hemexan (5), Sebah Hesîb (2), Amanc Kerîm (15), Beyar Ebdûbekir (27), Şêrzad Mihemed (24), Xalid Muşîr (8), Herdî Siyamend (4)
Hêla Navîn: Mîran Xesro (16), Elî Ezîz (11), Kosret Bayîz (21), Amanc Omer (18), Barzan Şêrzad (7), Nêçîrvan Şukrî (25), Amad Îsmaîl (26), Helgord Mela Mihemed (12)
Hêla Hêrşberan: Karzan Ebdula (10), Newzad Şêrzad (9), Salih Cabir (13), Renc Behadîn (17).“ Ev navên ku rahêner aşkerekirîn hemû li Kurdistanê û di qehremaniya pila yekê ya Futbola li Îraqê de, naskirîne. Hêjayî gotinê ye, dê îsal Şampyoniya FIFA ya navnetewî ku tê de 9 tîmên milî beşdarin li Kurdistanê be. Şampiyoniya FIFA li 4’ê Pêşpûr (Hezîran) a îsal destpêdike û li 9’ê wê bidawî dibe.
Avestakurd












































