Piştî pakêta pêşniyarên CHPê a ku pêşkêşî parlementoya Tirkiyê kiribûn, îro bi heman armancê, bi armanca çareserkirina pirsgirêka Kurd, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hatine ba hev. Piştî hevdîtinê her du serokan jî ti daxuyanî nedan. Daxuyanî ji CHPê parlementer Faruk Logoglu û ji AKPê Omer Çelik hat.
Li gorî daxuyaniya wan, hevdîtin di atmosfereke erênî de derbas bûye. Tenê mijara “terorê” hatiye gotûbêjkirin. AKPê erênî ji komsiyon avakirinê mêze kiriye. Ger pêşketin derkevine holê, CHP wê ji BDP û MHPê jî randevûyê bixwaze.
Daxuyaniya herî balkêş ji parlementerê CHPê Faruk Logoglu hat ku, ew jî beşdarî hevdîtinê bibû. Logoglu got, Kiliçdaroglu, pêşniyara Erdogan kiriye ku em bi hev re biçine serdana Roboskiyê.
Omer Çelik, li ser vê pêşniyarê daxuyand ku, Erdogan, ji bo vê pêşniyarê ti şîrove nekirine.












































