Daxuyaniya Serokomarê Îraqa Federal Celal Talebanî piştî nameya ji aliyê gelek parlementeran ve hatî îmzekirin ku tê de daxwaz dikin Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî ji Serokwezîrtiyê bê xistin gihişte ber destê wî, hate belavkirin. Ji aliyekî din ve Nûrî El Malikî daxwaz ji Serokomar kiribû ku ew îmze bêne vekolînkirin ka tezwîrin yan na. Lewma Serokomar biryar da licnek bê avakirin ji bo piştrastbûna van îmzeyan.
Avestakurd












































