Serrûpel Nûçe Altan: Kurdan hebûna xwe bi çekan dan qebûlkirin

Altan: Kurdan hebûna xwe bi çekan dan qebûlkirin

Belav bike
Rojnamevan û nivîskar Ahmet Altan, di nivîsa xwe de eşkere tîne ziman ku, li Tirkiyê hebûna Kurdan û Kurdî, bi saya çekan li vî welatî hatiye qebûl kirin, ev rastiyek e. Altan îfade dike ku, îro li Tirkiy herkes zane ku pirsgirêka Kurd çiye. Herkes zane ku çavkaniya pirsgirêkê jî çiye. Gellek kes pirsgirêkê niqaş nake, a ku niqaş dikin, pirsgirêk wê çawa were çareserkirin e. 
Ahmet Altan, di nivîsa xwe de dibêje, berê kesekî nikaribû peyva Kurd bikarbianîya û dewam dike, “dema PKK hîn nû hatibû avakirin, kesî nikaribû li vî welatî bigota Kurd, li kolanan Kurdî nedihate axaftin, bi kurdî klam gotin, ji jiyana xwe jêvegerandin bû. Çekan hebûna Kurd û Kurdî li vî welatî da qebûlkirin, ev rastiyek e. Mixabin, li vî welatî guhên ku bi nexweşiyeke tirsnak nexweş bibûn, ancax bi dengê çekan vebûn. 
Altan, di nivîsa xwe de giranî balê dikişîne ser mirinan û dipirse, “mirina zarokan me nêzika çareseriyê dike an me dûra çareseriyê dixîne?”