Serrûpel Nûçe Roboskî hîn xwîn digirî

Roboskî hîn xwîn digirî

Belav bike

Tam 6 meha berê, li gundê Qilebanê, li Roboskiyê, balafirên şer yên dewleta Tirkiyê, gundiyên ku çûbûn qaçaxiyê bombebarandin û 34 xortên Kurd qetil kirin. Ji ser komkujiyê re tam 6 meh an 180 roj derbas bû. Hîn kesek hate girtin, ne kesek derxistin pêş dadgehê û darizandin ne jî ji bo zelalkirina komkujiyê gaveke girîng hate avêtin. 
Gelo çima 34 ciwanên ku pirraniya wan hîn zarok bûn hatin kuştin? Kê û çima kir? Armanc çibû?