Serrûpel Nûçe Can: Hevdîtina dewletê bi Ocalan re berdewam e

Can: Hevdîtina dewletê bi Ocalan re berdewam e

Belav bike

Duh, di nûçeya rojnameya Sabahê de hatibû îdiakirin ku, Abdullah Ocalan nameyek ji Wezareta Edaletê re şandiye û rexne li PKKê û BDPê kirine. Îro, rojnamevanê rojnameya Radîkalê Eyup Can, îdia kir ku, tenê ne nameyek, Ocalan 2 name ji Wezareta Edaletê re şandine. Nameya yekem, piştî bûyera sala çûnê a Sîlvanê hatiye şandin. Di wê nameyê de, Ocalan ne tenê PKK û BDP, dewlet û gellek kes rexne kirine. Nameya duyem jî, 3 meha dûra ji Wezareta Edaletê re şandiye. Ew nameya qasî nîv rûpelê bûye û Ocalan xwestiye ku, heyeta berê a ku diçû ba wî, jêre hevdîtin dikirin, bila cardin biçine ba Ocalan û dest bi hevdîtinan bikin. Û Eyup Can dibêje, hevdîtinin Ocalan bi heyetê re dewam dikin. 
Dîsa Ocalan xwestiye ku bi parêzerên xwe yên berê re jî hevdîtina bike lê ew çênebûye. 
Rojnamevan Eyup Can, di qunciknivîsa xwe de, behs dike ku, Ocalan, di nameya xwe a duyem de îzah kiriye ku çima bi birayê wî Mehmet Ocalan re hevdîtin nexwesti ye. Ocalan diyar kiriye ku, dibe ku Mehmet Ocalan wî kêm û şaş fehm bike û dema derkete derve agahiyên şaş bide, ji ber vê pêvajoya nazik nexwestiye ku bibîne. 
Eyup Can, nûçeya Sabahê a duh jî, nûçeyeke wek tevlihev dinirxîne û dibêje ku, Sabahê, her du name tevahev kirine û gorî xwe, bi zimanekî fişal nûçe weşandiye.