Komek gerîlayên PKKê, îro danê êvarê, seet di derdorê 19.30 an de, êrîşa gundê Lîçanê a ku bi Wanê ve girêdayiye, kirine. Cerdevanên gund bersiv dane gerîlayên PKKê û di navbera wan de pevçûn derketiye. Di encama pevçûnê de, 2 cerdevana jiyana xwe wenda kirine û leşkerek jî birîndar bûye.
Di derbarê bûyerê de, Qeymeqamê Miksê (Bahçesaray) Orhan Akturk daxuyanî da û îfade kir ku, li herêmê operasyoneke berfireh destpêkiriye û li hin deran pevçûn diqewimin.












































