Serrûpel Nûçe “Qendîl guhdarî Ocalan nake“

“Qendîl guhdarî Ocalan nake“

Belav bike

 Siyasetmedar û nivîskar Kemal Burkay der barê Parlementera Bajarê Diyarbekirê Leyla Zana, PKK’ê, BDP’ê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ji televîzyona NTV’yê re axivî. Burkay got ku “Qonaxa ji aliyê Leyla Zana ve hatî destpêkirin ji aliyê PKK’ê ve tê têkdayîn. Qendîl êdî guhdariya Ocalan nake. Di nava PKK’ê de hin kes hene weke Ocalan nafikrin.” Her weha ji bo BDP’ê jî got “BDP’lî jî weke Leyla Zana difikrin, lê ji tirsa PKK’ê newêrin bi azad dîtin û nêrînên xwe bêjin.” Burkay di berdewamiya axivitina xwe de diyarkir ku êdî tu xêr di şer de tune ye û got “Ji ber vê yek ji rêberên Kurdan Mesûd Barzanî hewl dide çek bêne bê dengkirin.” Hêjayî gotinê ye, Zana bi axivitina xwe ya ji rojnameya Hurriyet ya Tirkî re û berdewamiya wê hevdîtina ligel Serokwezîrê Tirkiyê re qonaxeke gotûbêjên çawaniya çareserkirina pirsa Kurdî dabû destpêkirin, lê ev yek ji aliyê BDP’ê û PKK’ê ve hatibû rexnekirin.

 

Avestakurd