Serrûpel Nûçe Pêşmerge derbasî Sûriyê nebûne

Pêşmerge derbasî Sûriyê nebûne

Belav bike

 Enwer Hacî Osman li ser navê Wezareta Pêşmergeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Osman da diyarkirin “Nûçe û vîdiyoên di kanalên ragihandinê tê weşandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşmerge şandine bajarê Qamişloyê, ji rastiyê dûrin. Hêzên pêşmerge derbasî xaka Sûriyê nebûne.” Her weha Osman got ku hindek hêzên wan li devera Xabûr û zimar hene, lê ew hêzên pêşmerge dewama xwe ya asayî a rojane dikin. Osman got jî ku biryara şandina pêşmergeyan bo parastina jiyana Kurdên Rojava di destê Serokayetiya Herêma Kurdistanê de ye.

 

 

Avestakurd