Balkêşe ku şevê din (25/7/2012) piştî bidawîhatina Civîna Ewlekariyê ya Enqereyê û gefên Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan li ser Rojavayê Kurdistanê, li demjmêr 23:30’an de gelek balefirên şerê yên Tirkiyê Qendîl û nêzîkî gundên Herêma Kurdistanê dane ber bombeyan. Gelo ev peyamek bû dewleta Tirkiyê da Herêma Kurdistanê? Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, di axivitina xwe ya duhê de bal kişandibû ser axivitinên Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barznî yên der barê perwerdekirina ciwanên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê de û gotibû ‘ew ê çavê xwe ji vê rewşerê negirin.’
Avestakurd