Serrûpel Nûçe Celal Telabanî ji malbata Esed re wefadar e

Celal Telabanî ji malbata Esed re wefadar e

Belav bike
 Her ji berê werê têkiliyên Telabanî ligel malbata Esed germin. Li dema Asif Şewket di teqîna Şamê de hatî kuştin, Telabanî nameyek sersaxî ji malbata Esed re şandibû. Li gor Endamê Polîtburoya YNK’ê Sadî Ehmed Pîre jî, Telabanî ji malbata Esed re wefadare.
Li gor Pîre ji malpera Awêne re axivî, Pîre dide diyarkirin ku têkiliyên Celal Telabanî yên dirêj û kûr ligel malbata Esed hene. Her weha ew dibêje ku Celal Telabanî beramber malbata Esed wefadare. Her weha Pîre dibêje ku têkiliyên baş yên Telabanî ligel Hafiz El Esed û Asif Şewket hebûn û ew gelek ji nêzîk ve nas dikirin.


Avestakurd